Kesên tevî merasima cenaze bûn û polîs li hev xistin: 9 birîndar û 7 binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Eyubiye li goristana malabatî ya Bediuzzaman di wexta merasima cenazeyekî de, ji ber erebeyên xwe li ser rê danîn, polîs xwest ceza li wan bibire û li ser mijarê di navbera polîs û xwediyên erebeyan de pevçûn derket. Di encamê de 9 kes birîndar bûn û polîs 7 kesan xist binçav.
Kesê bi navê Bege K. ji ber wefat kiribû, cenazê wî biribûn goristanê û kesên çûn merasima cenaze erebeyên xwe danîn kenarê rê. Polîsên Yunus yên bi motorsîletan, bi sedema li pêşiya çûnûhatina xelkê bûne asteng, xwest li wan re ceza bibire.
Di navbera xelkê û polîsan de munaqeşe çêbû û polîsên teqwiye şandin ciyê bûyerê. Dîtin xelk bela nabe bi gaza îsotê mudaxeleyê hemwelatiyan kirin.
Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn. Polîs 7 kesan xist binçav. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanan û ji ber mudaxeleya polîs cenaze dereng veşartin.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.