Li Gola Urmiyê karesata bagera xwê: Çandinî û ajalvanî nema, tenduristî têk çû

Li Gola Urmiyê karesata bagera xwê: Çandinî û ajalvanî nema, tenduristî têk çû

PeyamaKurd- Gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber polîtîkayên şaş û qestî yên rejîma Îranê hişk bûye, vê carê jî ji ber bagera xwê karesat bi xwe re anî.

 Li gorî çavkaniyên xwecihî ji ber bagera xwê ya Gola Urmiyê, xelkê deverê bi karesateke mezin a tenduristiyê re rûbirû ye. Ji niha vê li ser xelkê dorûbera golê nexweşiyên şêrpence û yên nehatine naskirin hatine dîtin.

Êdî li dorûbera Gola Urmiyê tevî bi temamî xelasbûna çandiniyê ajalvanî jî têk çûye û ji ber bagerên xwê erd şewitî ne.

Xelkê herêmê diyar dike ku qeyraneke mezin li bajar û navçeyên dorûbera golê çêbûye û bangên alîkariyê dikin ku jiyana wan bi tevahî ketiye bin metirsiyeke dijwar.

Herwiha pispor dibêjin, dibe ku ev qeyran heta 12 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bibe.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.