Li Akreyê çinîna simaqê dest pê kir: Berhema îsal bi dilê cotkar û bazirganan e

PeyamaKurd – Li bajarokê Dînartê ya ser bi Akreyê ve û li derdora Çiyayê Pîresê, werza çinîna simaqê dest pê kir.
Cotkar û bazirganên deverê ragihand ku îsal berhema simaqê zêde ye û qalîteya wê jî gelekî baş e.
Li gorî amarên fermî, li deverê nêzî 3.5 milyon darên simaqê hene, ku li ser 8,500 donim erd hatine çandin, û tê payîn ku berhema îsal ji 5,000 tonan derbas bike.
Bajarokê Dînartê weke yek ji navendên sereke yên berhemanîna simaqê li Herêma Kurdistanê tê naskirin. Li geliyên asê û palên Çiyayê Pîresê, cotkar van rojên dawî bi çinîn û komkirina simaqê mijûl in. Simaq yek ji berhemên herî giring ên çandiniyê ye ku aboriya herêmê xurt dike.
Mihemed Elî Zubeyrê cotkarekî deverê, got: “Simaqa Çiyayê Pîresê bi qalîteya xwe navdar e. Hem bi sûd e ji bo tenduristiyê, hem jî bihayê wê li bazarê ji deverên din bilindtir e.”
Wekî cotkaran bazirgan jî ji rewşa îsal kêfxweş in. Mesûd Mihemedê ku bazirganekî simaqê ye, ragihand:
“Îsal simaq hem bi qalîte ye, hem jî daxwazeke mezin li ser heye. Kîloya simaqê li gorî paqijî û qalîteyê bi 3,000 heta 7,000 dînarên Iraqî tê firotin.”
Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Akreyê, li deverê 3.5 milyon darên simaqê hene. 4 curyên sereke yên simaqê tên çandin: spî, sor, balîkî û kîfezer. Ev berhema ku bi awayekî xwezayî û bêyî madeyên kîmyewî şîn dibe, ji bo cotkarên deverê bûye çavkaniyeke giring a dahatê.
Simaqa Akreyê bi qalîteya xwe ya bilind û daxwaza bazarê, ne tenê li herêmê, lê li derveyî Herêma Kurdistanê jî navdar e û rola wê ya di aboriyê de xurt e.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




