Li Îdirê karkerekî ji ber teqîna lastîkê kamyonekê can da

PeyamaKurd – Li kargeheke hilberîna beton û bimsê ya li Îdirê, bûyereke diltezîn qewimî.
Faruk Aycilê karkererê kargehê, dema ku hewl dida lastîka kamyonekê ya nû tijîkirî kontrol bike, ji ber teqîna ji nişka ve ya lastîk bi giranî birîndar bû.
Di dema bûyerê de, Aycil nêzî lastîkê bû û bi telefonê diaxivî. Ji ber teqîna bi hêz, ew bilind bû hewa û ket xwarê.
Tîmên lezgîn ên tenduristiyê zû bi zû Aycil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê, lê tevî hemû destwerdanên bijîşkî, canê wî nehat rizgarkirin.
Hat ragihandin ku lêpirsîn ji bo zelalkirina sedemên bûyerê hatiye destpêkirin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




