Li Girê Spî mayîn bi 2 birayan de teqiya: Yekî can da, birîna yê din xedar e

Li Girê Spî mayîn bi 2 birayan de teqiya: Yekî can da, birîna yê din xedar e

PeyamaKurd – Li bajarokê Silûkê yê bi ser bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ve, mayînek bi 2 birayan de teqiya.

Hat ragihandin ku li nêzî gundê El Za'ezûyê yê bi ser bajarokê Silûkê yê Girê Spî, mayinek bi 2 ciwanan de teqiya ku her du jî birayên hev bûn.

Medyaya Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku di encama teqîna mayînê de, ciwanê bi navê Muhned Hesen El-Umer can da û birayê wî Salih Umer jî birîndar bû ku birîna wî jî xedar e.

Tê zanîn ku Girê Spî di bin kontrola wan çekdaran de ye ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.