Li Hakkariyê çûnûhata heywanan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Rûbarokê (Derecik) bi sedema nexweşîna şabê ya heywanan, tevgera heywanan hat qedexekirin. Ji tevgerê armanc ew e ku dê heywan ji derekî bo derekî dinê nên neqilkirin û wê ciyên xwe de biçêrin û bimînin.
Rêvebiriya çandiniyê û daristanan ya bajêr di daxwuyaniya xwe de got ku nexweşîna şabê di heywanên mezin û biçûk de dibe sedema mirinê.
Rêvebiriya navborî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandina xwe kir. Rêvebirî got ku ti talûka nexweşînê bo mirovan tine lê bo heywanan talûkeye bi taybetî bo karikan û golikan. Rêvebirî got:
“Nexweşîna şabê bo aboriyê zerara mezine û bo ber li nexweşînê bigrin li seranserê bajêr tedbîrên karantînayê hatine sitendin, di nav sînorê bajêr û derveyê wê de hereketên heywanan hatiye qedexekirin. Tedbîr tedbîra zanistiye. Çûna li per qaîde û qedexeyan bo heywanên me, bo parastina hawirdoriyê û bo debara me parastin e.”
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




