Li Hewlêrê Baxçeyê Çînê hate çêkirin: 8 parkên din têne avakirin

Li Hewlêrê Baxçeyê Çînê hate çêkirin: 8 parkên din têne avakirin

PeyamaKurd- Konsulxaneya Giştî ya Komara Gel a Çînê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê parkeke bi navê (Baxçeyê Çînê) ava kir. Hate ragihandin ku karên wê parkê temam bûne û di demeke nêzîk de vedibe. 8 parkên din ên Çînê jî têne avakirin.

Parêzgariya Hewlêrê ragihand: “Di çarçoveya hewlên zêdekirina rêjeya keskahiyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, Konsulxaneya Giştî ya Komara Gel a Çînê bi hemahengiya bi Ofîsa Parêzgeha Hewlêrê re, li taxa Naznaz ya bajarê Hewlêrê li ser awayê çanda welatê xwe, li ser rûberek 11,000 metreçargoşeyî dest bi avakirina parkekê kiriye.”

Hate diyarkirin, avakirina parkê qediya ye û tê çaverêkirin ku di demek nêzîk de ji bo gel were vekirin.

Parêzgariyê eşkere kir: "Ji bilî avakirina parkê, Konsulxaneya Giştî ya Komara Gel a Çînê bi hemahengiya bi parêzgeha Hewlêrê re 90 stûnên kolanan ên ronahiya rê ku bi tîrêjên rojê kar dike, li Kolana Helebçeya Şahîd dannîn û niha jî soz dane ku 8 parkên din ên Çînî, li Hewlêrê ava bikin.

Parêzgeha Hewlêrê ragihand, “Parka Çînî dikeve taxa Naznaz ya Hewlêrê û rûberek 11,000 metreçargoşeyî, ango 4.5 donim erd, digire nav xwe. 900 metreçargoşeyî erd bûye kesk û 125 metre ji bo peyayan û werzîşê hatine veqetandin, 500 darên cûda hatine çandin."

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.