Kamyoneta ku karkerên bibdeqan hildigirt di helan de çû jêr: 4 kes mirin

Kamyoneta ku karkerên bibdeqan hildigirt di helan de çû jêr: 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê xebata karkerên demsale dewam dike. Ji wan karkeran hinek jî li bajar û bajarokên Derya Reş bindeqan diçinin.

Li bajarê Giresunê li navça Doğankentê li gundê Oyraca kamyoneta ku karkerên demsale yên çinîna bindeqan hildigirt ji helan de ket jêr û di encamê de 4 kes mirin û kesekî birîndar bû.

Di dema qezayê de ajotvanê kamyonetê Mustafa Alim desthilata kamyonetê wenda kir û qeza çêbû. Dema tîmên AFADê, cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku ajotvan Mustafa Alim, Yusuf Alim, Hacer Taş û Hacer Cil jiyana xwe ji dest dane.

Ayşe Zeynep Yılmaz ji erebê bi saxî lê bi birîndarî derxistin. Wê bi ambûlansê birin nexweşxanê û 4 kesên ku can dabûn wan jî birin morga Tib a Edlî da otopsiya wan bikin.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.