Li Mûşê trên li mînîbusa xwendekaran qelibî: 17 ji wan birîndar bûn

PeyamaKurd – Îro li navenda bajarê Mûşê, di encama lihevketina trêneke rêwiyan û mînîbuseke servîsa xwendekaran de 17 xwendekar birîndar bûn.
Qeza li derbasgeha li taxa Yeşîlyurtê qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê, trêna rêwiyan dema ji derbasgehê derbas dibû, li mînîbusa ku xwendekar tê de bûn, qelibî.
Piştî agahdarkirinê, hejmareke zêde tîmên tenduristiyê, polîs û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xwendekarên ku di qezayê de bi sivikî birîndar bûn, piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê, bi ambûlansan bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya xwendekarên birîndar baş e.
Derbarê sedema qezayê de ji aliyê tîmên polîsan ve lêpirsîn hate destpêkirin.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




