Li Qahîreyê beriya Lûtkeya Xezeyê teqîneke mezin çêbû

Li Qahîreyê beriya Lûtkeya Xezeyê teqîneke mezin çêbû

PeyamaKurd- Li demeke ku li Misirê amadekariyên Lûtkeya Aştiyê ya Xezeyê li Şerm el Şêx tê kirin de, li baregeheke leşkerî ya Qahîreyê teqîneke bihêz çêbû.

Li gorî zanyariyan, piştî teqînê û bilindbûna dûxanê rêzteqînên din jî çêbûn.

Rayedarên Misirî ragihandine ku teqîn ne ji ber êrîşekê rû daye, lê bi îhtimaleke mezin ji ber pişkinînên avahîsazî û ewlehiyê ye.

Li ser medya civakî jî hate belavkirin ku teqîn li baregeha leşkerî çêbûye, lê rayedarên Misirî dibêjin, sedema wê teqînê qezayek e û lêkolîn li ser berdewam e.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.