Bankayê bi demança qelp (sexte) şêland

Bankayê bi demança qelp (sexte) şêland

PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê ku dikeve ber Derya Reş, li navça Çarşambayê kesê bi navê K.0. di wexta ku wezîfedarê ewlehiyê yê bankayê ne amade bû, bi demança qelp çû ber gîşeyê, berê demançê da ser wezîfedarê gîşê û jê pere xwest ku bixe nav poşetê.

Wezîfedarê gîşeyê 43 hezar pere xist poşeta wî û dema K.O. ji bankayê derket, demançê avêt nav qutiya gilêşê. Li ser gilîkirina bankayê hêzên asayîşê di wextekî kurt de kesê bankayê şêland girt.

Hat ragihand ku K.0. li navçê esnafe û gelek deynê wî heye. Piştî polîs îfadê wî sitend, ew birin dadgehê û dadgehê ew şand zîndanê.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.