Îranê bi tohmeta sîxuriyê zêdetirî 30 salan ceza da 2 welatiyên Fransî

Îranê bi tohmeta sîxuriyê zêdetirî 30 salan ceza da 2 welatiyên Fransî

PeyamaKurd- Li Îranê, bi tohmeta sîxuriyê ji du welatiyên Fransî re zêdetirî 30 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.

Medya Îranê ragihandiye, biryara dadgehê derbarê her du kesên ku di 9ê Adara 2023an de hatibûn binçavkirin û wek xebatkarên îstîxbarata Fransayê hatibûn destnîşankirin, hatiye eşkerekirin.

Hate diyarkirin, dadgehê her du welatiyên Fransî, ku navên wan nehatine eşkerekirin, bi sîxurîya li ser navê îstîxbarata Fransayê û tawanên li dijî ewlekariya welat û hevkariya îstîxbaratî ya bi Îsraîlê re ceza kir.

Li ser vê yekê, ji yekî 31 sal û ji yê din re jî 32 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.