Li Sêwasê di dezga madena hesin de hilwesîn çêbû

Dîroka Weşanê :
Li Sêwasê di dezga madena hesin de hilwesîn çêbû

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Sêwasê ragihand ku li navça Divriği, di dezga madena hesin de hilweşîn çêbûye û piştî hilweşînê dest bi lêgerîn û rizgarkiriê kirine. Parêzgehê got:

“Li bajarê me me agahî sitendiye ku li navça Divriği di nav sînorê gundê Çaltıyê de, madena ku tê de bi awayekî servekirî xebatê dikin û li madena hesin digerin de hilweşîn bûye. Bûyer li dora 16.30an de çêbûye. Tîmên AFADê, tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûne ciyê bûyerê.

Rêvebirê şantiyê S.Y. bi sedema li ser rû erd heziyaye, di bin axê de maye. Eger pêşdeçûn hebin em ê raya giştî agahdar bikin.”