Mesrûr Barzanî û Hemîd El-Şetrî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de axivîn

Mesrûr Barzanî û Hemîd El-Şetrî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de axivîn

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê Dezgeha Îstixbarata Iraqê Hemîd El-Şetrî tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kirin.

Mesrûr Barzanî roja Çarşemê 15ê Cotmehê pêşwaziya serokê Dezgeha Îstixbarata Iraqê Hemîd El-Şetrî kir.

Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa ewlehiyê ya Iraqê hate nîqaşkirin û girîngiya pêşxistina hevkarî û hevrêziyê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo misogerkirina ewlehî û aramiyê hate tekez kirin.

Di civînê de, her du aliyan hêviya xwe ji bo baştirkirina refaha welatiyên Iraqê û xizmetên giştî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de anîn ziman. Herwiha wan li ser amadekariyên dawî yên hilbijartinên parlemanî yên Iraqê nêrînên xwe parve kirin.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.