Îran | Xwendekarên ku kiryarên Heşda Şeibî protesto kirin hatin desteser kirin

Îran | Xwendekarên ku kiryarên Heşda Şeibî protesto kirin hatin desteser kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî protestoyên xwendekar û xelkê Hemedanê yên li dijî tevgerên nebaş û tacîzên xwendekarên Iraqî yên endamên Heşdî Şeibî, hêzên ewlehiyê roja Şemiyê 11ê Cotmehê hejmarek xwendekarên zanîngehên Hemedanê desteser kirin.

Nasnameya yek ji girtiyan Tîna Derawîşî ye û bavê vê xwendekarê di 11ê Cotmehê de li ser hesabê xwe yê Instagramê girtina keça xwe ragihandiye.

Tîna Derawîşî roja Yekşemê 12ê Cotmehê bi kefaleta demkî hat berdan. Lê belê, derbarê nasname û çarenivîsa girtiyên din de heta niha tu agahiyeke piştrastkirî tune ye.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.