Mesrûr Barzanî: “Em ê îznê nedin ku Iraq car din bibe dîktatoriyet”
PeyamaKurd – Cîgirê serokê giştî yê PDKê û hem serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Erbîlê di danasîna namzedên parlementeriyê yên bajarê Kerkûkê de, di mîtîngekî de axifî û behsa girîngiya madda destûra Iraqê ya 140ê kir ku Bexda maddê bicîh nayne û got:
““Em ê îznê nedin ku Iraq car din bibe dîktatoriyet. PDK niha partiya siyasî ya herî xwurt e. Em li Bexdayê ne tenê mafên xelkê Kurdistanê lê mafên temamê xelkê Iraqê dixwazin biparêzin.”
Mesrûr Barzanî got ku hinek terefên siyasî di şûna mafên xelkê biparêzin, tenê berjewendiyên xwe diparêzin û weha dewam kir:
“Hinek teref di şûna berjewendiyên xelkê biparêzin, tenê ji bo berjewendiyên xwe xebitîn. Lewra namzedên me ji bo berjewendiyên gelê bindest biparêzin dê herin Bexdayê. Ne ji bo ku peymanan bi dizî girêdin.”
Mesrûr Barzanî piraniya bernama hilbijartinê ji bo deverên Kurdistanin lê di derveyê îdara Kurdistanê de veqetand ku xala 140 di nav de ye. Barzanî got:
“Li gor qanûna bingehîn ya Iraqê, di dewra parlementoya Iraqê ya bê de, em ê bixebitin da deverên din yên Kurdistanê ku di bin rêvebiriya Bexdayê de ne, wan paş de bînin û bixebitin. Di bernama me de, di çarçova xala 140an de, normalîzekirin, jimartina nûfûsê û mekanizma referandûmê me xistiye berya her xalê. Namzedên me ji bo xala 140an bicîhbînin diçin Bexdayê. Eger Kerkûk di destê PDKê de be, wê di temamê dinyayê de bibe mînaka pêkvejiyanê. Em dixwazin projeyên xwe yên rohnî bigihînin Kerkûkê. Divê Xaneqîn, Şengal, Zimar û deverên din yên Kurdistanê dagerin ser Kurdistanê.
Pêwiste têkoşîna me ya li Bexdayê li ser bicîhanîna destûrê be. Divê destûr di destê hinek kesan de nebe bijarteyekî lê ji bo me hemûyan be.”
Barzanî bang kir ku ji bo PDKê 1 milyon deng dixwazin û got:
“Rêzdar birayê me Nêçîrvan Barzanî got ku wê 1 milyon dengan bînin. Em ê jî ji bo bigihên vê hedefê bixebitin. Mirov avakirina hukumeta Kurdistanê asteng bike serkeftine nîne.”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.