Li Geverê ji bo dîtina xortê wendayî xebat dewam dikin
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariya li navça Geverê (Yüksekova) di 10ê Gulanê de xortê bi navê İbrahim Neçir Kom (16) ketibû Newala Avaşîn. Ji bo dîtina wî hêjî xebata lêgerînê dewam dike. Lêgerîn li ser daxwaza malbata wî car din destpêkir ji ber asta avê daketiye.
Xebat, bi alavên rêvebiriya taybet yên bajêr car din destpêkir. Di bin serpereştiya AFADê de xebatên legerîna xortî li du ciyan zêdetir dimeşînin. Malbat û xelkê deverê jî tevî xebatê dibin.
Heya niha xebatên tên kirin negihaye ti encamê.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.