Li Mahabadê ceza dan çalakvanên Kurd: 1 îdam û 60 sal cezayê zîndanê

Li Mahabadê ceza dan çalakvanên Kurd: 1 îdam û 60 sal cezayê zîndanê

PeyamaKurd – Daraza Îranê cezayê îdamê da Kurdê bi navê Kaways Abdollazadeh yê Mahabadî. Daraza Îranê her weha 60 sal ceza da Salar Bayzidi Azar, Hemin Mam Kaderi yên ji Bokanê, Yusef Mam Kaderi û Mansour Karbalayi. Ji Miyanduabê Salar Seyed Rahimi û Hasan Mamil Azar.

Li gor ragihandina Hengawê; dager Ahad Siyami serpereştiya Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê dikir. Beşa 1ê ya dadgehê îdamê da Kaways Abdollazadeh û yên din her yek 10 sal ceza da wan ku dike 60 sal cezayê zîndanê.

Sûcên ku Kurdên navborî bi wan hatin tewanbarkirin; ‘Bo roxandina hukumetê avakirina grûbê’, ‘di welat de plankirina raperînekî û birêxistina wê’ û ‘hevkariya bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (İPDK) re’.

Hengawê ragihand ku Kaways Abdollazadeh berê bi kefaletê serbest berdane û paşî ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye.

Her 7 çalakvanên Kurd di Hezîran-Tîrmeha 2022an de ji aliyê îstîxbarata Îranê hatin girtin û paşî bi kefalet serbest hatin berdan.

Di wexta girtina wan de, Hemin Mam Kaderi û Yusef Mam Kaderi, li ser rêya Bukan-Saqqezê ew xistin binçav. Hêzên ewlehiyê li wê derê bi çekan li çîmê Hemin Mam Kaderi dixin ku hêjî rewşa wî ya tenduristiyê baş nîne.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.