Di zîndana Sincanê de, di qawîşên 28 kesan de 56 kes dimînin

Di zîndana Sincanê de, di qawîşên 28 kesan de 56 kes dimînin

PeyamaKurd – Di zîndana Sincanê ya Ankara de qawîşên zîndanê an ku odeyên zîndanê li gor 28 kesan hatine avakirin lê niha di her qawîşekî de 56 kes dimîne.

Hat ragihand ku ranza xistine odeyan û jimara ciyan zêde kirine. Di zîndanê de jinên ku zîndanîne û zarokên wan yên di navbera 0-6 salan de hene, ew zarok bi diyên xwe re dimînin.

Niha 59 zarok di zîndana Sincanê de bi dayîkên xwe re dimînin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.