Nêçîrvan Barzanî û Ednan El-Zurfî li Bexdayê li ser giringiya hilbijartinan civiyan

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, li Bexdayê pêşwaziya siyasetmedarê Iraqî û serokê hevpemaniya "El-Bedîl", Ednan El-Zurfî kir.
Di civînê de, ku bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê re pêk hat, her du aliyan tekezî li ser giringiya biserxistina proseya siyasî û lidarxistina hilbijartineke serkeftî kirin. Barzanî û Zurfî bang li welatiyan kir ku bi awayekî berfireh beşdarî dengdanê bibin.
Herweha, di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku ji bo parastina aştî û seqamgîriyê, pêwîstî bi hevkariyeke xurt a di navbera hêz û pêkhateyên siyasî yên Iraqê de heye. Mijarên wekî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa giştî ya herêmê jî beşeke din a gotûbêjên wan bûn.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




