Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyameke germ Cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Êzidiyên li Kurdistanê û cîhanê vê cejnê di aramî û şahiyê de derbas bikin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Cejna Çileya Havînê bi dilgermî li hemû hevwelatiyên me yên Êzidî pîroz dikim. Hêviya cejneke bi aramî û bextewerî ji bo wan dixwazim.

Em soz didin ku wekî her carê piştgiriya mafên Êzidiyan bikin û Kurdistan dê her tim ji bo hemû pêkhateyên xwe welatê pêkvejiyanê bimîne.

Cejna we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”

Cejna Çileya Havînê cejneke pîroz a Kurdên Êzidî ye ku her sal di 2yê Tebaxê de bi merasîm û çalakiyên olî û çandî tê pîrozkirin.

Gelek Êzidî ji bo pîrozkirina vê cejnê serdana Perestgeha Lalişê ya li Başûrê Kurdistanê dikin.

 

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.