Nêçîrvan Barzanî li Munihê bi wezîrê karên derve yê Avusturyayê re civiya

PeyamaKurd – Li Almanya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê destpêkir û ji Herêma Kurdistanê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeta xwe ve tevlî konferansê bû. Di çarçova konferansê de xebatên dîplomatîk yên Barzanî dewam dike.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi wezîrê karên derve yê Avusturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinekî kir û wezîrê Avusturyayê Nêçîrvan Barzanî dawetî welatê xwe kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa têkiliyên Iraq-Herêma Kurdistanê ya bi Avusturya re kirin. Her dû teref li ser rewşa Rojhilata Navîn, talûka şerê Xezzayê, ewlehiya dinyayê û tedbîrên divê bên sitendin û bandora wan ya neyînî ya li ser jiyanê axifîn û mijarên wan yên hevdîtinê bûn.
Her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyên Avusturya yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re dilxwaziyên xwe gotin. Wezîr Schallenberg got ku girîngiyê dide pêwendiyên navbera Kurdistanê-Iaqê û welatê xwe û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî welatê xwe kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got ku têkiliyên dostane yên navbera Avusturya û Kurdistanê ji zûde ye dewam dikin, ji bo destek û alîkariya Avusturyayê ya ji bo Kurdistanê sipasiya Avusturyayê kir.
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.




