Nêçîrvan Barzanî musteşar a wezareta bergiriya Almanya Möllerê qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî musteşar a wezareta bergiriya Almanya Möllerê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî musteşara parlementeran ya wezareta bergiriya Almanya Siemtje Möller li Munihê qebûl kir û pê re hevdîtinekî kir.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê her dû teref li ser rewşa ewlehiya Iraqê, gengeşeyên li herêmê, rola leşkerên Almanya di koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞİDê de axifîn. Hem li ser têkiliyên Almanya yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, li ser hevkarî û desteka Almanya axifîn.

Nêçîrvan Barzanî ji ber Almanya misyona xwe ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê dide dewamkirin sipasiya Almanya kir. Her weha ji ber hêzên Almanya ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge û desteka ji bo pêvajoya reformên di wezareta Pêşmerge de, malavahiya Almanya kir û rola Almanya bilind nirxand.

Di civînê de behsa şerê li  Xezzayê û pêşdeçûnên li Xezzayê yên dawiyê, bandor û encama şerî kirin.

Ev nivîs 210828 car hatiye xwendin.