Rejîma Îranê li girtîgehên Îlam û Kirmasanê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin
PeyamaKurd – Cezayê bidarvekirinê li du girtiyên Kurd ên bi navên Qubad Ulfetî û Elî Kerîmî li girtîgehên Îlam û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, her du bidarvekirin di heman rojê de hatine cîbicîkirin.
Girtî Qubad Ulfetî li Girtîgeha Navendî ya Îlamê hate bidarvekirin.
Hevdem, girtiyê din, Elî Kerîmî, li Girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.
Her du girtî berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina biqest" hatibûn cezakirin.
Hengawê tekez kir heta niha, tu dezgehên ragihandinê yên fermî yên rejîma Îranê nûçeya bidarvekirina van her du girtiyan belav nekiriye.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.