Mesrûr Barzanî: Krîza mûçeyan bûye siyasî

Mesrûr Barzanî: Krîza mûçeyan bûye siyasî

PeyamaKurd – Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rexneyên tund li Hikûmeta Federal a Bexdayê kir ji ber derengxistina dayîna mûçeyên karmendên herêmê. Wî destnîşan kir ku Hikûmeta Iraqê berpirsiyariyên xwe paşguh kirine û krîza darayî bi awayekî siyasî hatiye guhertin.

Di axaftina xwe de ji ajansa nûçeyan a RUDAW re, Barzanî got:

"Bexda berpirsiyariyên xwe bi cic nayîne. Em ji hikûmeta federal hêvî dikin ku bi berpirsiyarî tevbiger, lê dayîna mûçeyan bi berdewamî tê derengxistin."

Tevî ku Mijdar e, karmendên giştî yên Herêma Kurdistanê di sala 2025an de tenê 8 mûçe wergirtine. Her wiha hate ragihandin ku hin teqawidî û efserên Pêşmerge, yên ku di destpêka salê de teqawid bûne, qet mûçe wernegirtine.

Barzanî anî ziman ku aliyê ku erkên xwe bi cih nayîne Bexda ye, ne Herêma Kurdistanê. Wî her wiha bang li karmendên sivîl ên bêmûçe kir ku giliyên xwe rasterast ji Bexdayê re bişînin.

Ev rexne piştî wê yekê hat ku Encumena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya dawîn a Sêşemê de, mijara dayîna mûçeyên meha Îlonê yên karmendên Herêma Kurdistanê neanî rojevê û tu biryarek li ser vê yekê nehat dayîn.

Piştî van pêşketinan, Mesrûr Barzanî roja Çarşemê talîmat da ku mûçeyên karmendên sivîl ên navborî ji dahatên navxweyî yên Herêma Kurdistanê werin dayîn.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.