Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê li ser destpêkirina hinardekirina petrolê û mafên darayî yên Herêmê civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê, 14ê Cotmeha 2025an, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê, Îrfan Sidiq kir. Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Bizley jî amade bû, guftûgo li ser çend mijarên giring, di nav de ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, parastina mafên destûrî û darayî yên Herêmê, û rewşa giştî ya Iraqê hatin kirin.
Li gor daxuyaniyekê, di civînê de herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêka mafên darayî yên gelê Kurdistanê bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê bê çareserkirin û nebe amûreke zexta siyasî.
Di derbarê sektora enerjiyê de, Serokwezîr Barzanî û Balyoz Sidiq li ser rêkeftina sêalî ya dawî ya ji bo hinardekirina petrolê axivîn û hêvî xwestin ku ev pêngav bibe destpêkek ji bo derxistina yasaya petrol û gazê ya federalî li Iraqê.
Serokwezîr Barzanî herwiha behsa reformên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî projeyên dîjîtalkirina mûçeyan bi rêya "Hesabê Min" û projeya "Ronakî" ji bo baştirkirina xizmetguzariya elektrîkê.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanyayê pîrozbahî li Serokwezîr kir ji ber serkeftina van reforman û piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Di dawiya civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û herêmê û hilbijartinên pêşerojê yên parlamena Iraqê hatin nirxandin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




