Wezîrê Tirk: Em hêvî dikin hinardeya petrola Iraq-Kurdistanê dest pê bike

Wezîrê Tirk: Em hêvî dikin hinardeya petrola Iraq-Kurdistanê dest pê bike

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de dest bi dabînkirina gazê ji bo Sûriyeyê bikin. Herwiha Bayraktar da zanîn ku ew hêvî dikin xeta boruya petrolê ya Iraq-Kurdistan-Tirkiyê vebe.

Bayraktar, ku beşdarî Semînera Navneteweyî ya 9emîn a OPECê li Viyana ya paytexta Awûstûryayê bû, li ser dîdariya enerjiyê ya Tirkiyeyê axivî û diyar kir, polîtîkayên wan ên bingehîn ew e ku ewlekariya dabînkirina enerjiyê misoger bikin, girêdayîbûna bi derve re kêm bikin û bibin aboriyek bê karbon.

Bayraktar got, "Heya îro, em ji vir gazê didin 4 mîlyon malbatî. Sala pêş em ê vê hejmarê du qat zêde bikin. Di sala 2028an de jî em ê gazê ji Deryaya Reş derxînin ku têra 16 mîlyon malbatî bike."

Di derbarê binesaziyê de, Bayraktar hêvî kir ku Xeta Boruyê ya Petrolê ya Iraq-Tirkiye vebe û destnîşan kir ku li wir kapasîteyeke rojane ya mîlyonek û nîv bermîl heye.

Wî tekezî li ser kapasîteya binesaziya wan a gazê kir ku dikarin LNG bikirin û ji nû ve bikin gaz, an jî gazê bifroşin Ewropayê.

Bayraktar li ser mijara Sûriyeyê got, "Dibe ku SOCAR di vê projeyê de bibe hevkarê me. Hêvîdar im em ê jiyana li Sûriyeyê normalîze bikin." Di çarçoveya bernameya xwe ya Viyanayê de, Wezîr Bayraktar bi Wezîrê Enerjiyê yê Azerbaycanê Perviz Şahbazov, Cîgira Serokwezîr û Wezîra Petrolê ya Venezuelayê Delcy Rodrguez, û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani re hevdîtinên cuda pêk anîn.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.