Trump, li ser baca gumrikê name ji serokwezîrê Iraqê Sudanî re şand

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump nameyekî ji serokwezîrê Iraqê ji Muhammed Şiya es-Sudani re şand û di namê de got ku piştî 1ê Tebaxê, ew berhemên ku ji Iraqê herin Amerîkayê, wê DYA (Amerîka) ji wan %30 baca gumrikê bistîne.
Trump ragihand ku wê piştî 11ê mehê ji bo hinek welatan nameyan bişîne û wê name di derbarê nisbeta gumrikan de bin û dê fermî bin. Trump, li Washingtonê ji bo rojnamevanan got:
“Tişta ez dixwazim şandina nameyekî ji rêzeye û di namê de dibêjim em ê çiqas baca gumrikê bavêjin ser wan. Ev hêsantir e. Em dest bi şandina hinek nameyan dikin û bi îhtîmala mezin ji siba û pê de em ê dest bi pêvajoyê bikin.”
Iraq jî yek ji wan welataye ku Trump bacê daniye ser malên Iraqê yên herin DYAyê.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.




