Îranê li kolberekî Kurd xist û ew giran birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberê Kurd yê bi navê Rizgar Muhammedî (42) li Bûkanê li deriyê sînor yê Hengazhalê ji aliyê hêzên Îranê de giran birîndar bû. Hêzên Îranê bi klaşînkofê li Rizgar Muhammedî xistin.
Bi sedema birîna Mûhammedî girane û hem gule zerarê daye gurçika wî, ew xistin emeliyatê û niha li bajarê Sinê (senendajê) li nexweşxanê ye.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




