Îngîltere HTŞê ji nav lîsta terorê derxist

PeyamaKurd – Hukumeta îngîltere ragihand ku ew Heyet Tahrir Şamê (HTŞ) ji lîsta rêxistinên terorê yên qedexekirî derxistiye. Armanca vê pêngavê weha got:
“Ji bo bi hukumeta Sûryê re nêz bixebitin, bi terorê têbikoşin, koçberiyê ji ortê rakin û çekên kîmyewî ji ortê rakin, ev hemî xalên me yên berya her mijarî ne.”
Wezareta karên navxwe û wezareta kar û barên derve yên Îngîltere di 21ê Cotmeha 2025an de daxwuyaniyekî hevpar dan û gotin ji bo HTŞê ji lîsta rêxistinên terorê derxin, di parlementoyê de biryarnameyekî derxistine. Di daxawuyaniyê de gotin:
“Biryara hukumetê ku HTŞê ji lîsta terorê derxistine, ji bo bi hukumeta Sûriyê re ji nêz de bixebitin e. Ji wexta roxandina rejîma Esad û heya niha ku ji aliyê hêzên bi serpereştiya Ahmed Şara hat kirin, roxandin di berjewendiya Îngîltere de ye.
Îngîltere wê ji bo pêşdeçûna Sûriyê zorê bide ser rêvebiriyê, wê rêvebiriyê ji tevgerên li dijî terorê û temîna îstîqrarê berpirs bigre. Em ê ne li gotinên rêvebiriya Sûriyê binêrin lê li kiryarên wê binêrin û rave bikin.
IŞİD hêjî li Sûriyê tehdîdekî mezine û derxistina HTŞê ya ji lîstê wê bike ku hukumeta Sûriyê li hemberê IŞİDê bêhtir bixebite û encama wê dê ji bo Îngîltere tehdîdan kêm bike.”
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




