Qubad Talabanî ji bo seha hewayî ji seferên Silêmaniyê re vekir sipasiya Tirkiyê kir

Qubad Talabanî ji bo seha hewayî ji seferên Silêmaniyê re vekir sipasiya Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi balyozê Tirkiyê yê Bexdayê bi Anıl Bora İnan re bi amadebûna balyozê Tirkiyê yê Erbîlê Erman Topçu re civiya.

Qubad Talabanî ji bo Tirkiye seferên balafirgeha Silêmaniyê ya bi navê Celal Talabanî seha Tirkiyê vekir, sipasiya hukumeta Tirkiyê kir û got wê ev kiryar dê têkiliyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê xwurt bike.

Di hevdîtinê de behsa hilbijartinên li Iraqê hat kirin, Talabanî xwest ku hilbijartin bi zelalî û adilane bimeşe û hemwelatî bêhtir tevlî hilbijartinan bibin. Talabanî ragihand ku bi taybetî ev hilbijartin ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê girînge û wê encama wê, bandorê li şeklê çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Erbîlê bike.

Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Anıl Bora İnan îro bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û bi serokwezîrê Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re ji hev cuda hevdîtin kiribû.

Di hevdîtinan de li ser pêşdebirina têkiliyên aborî, îxracata petrola Kurdistanê û hilbijartinên Iraqê axifîn.

Di 9 Cotmehê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di seredana Tirkiyê de bi serokkoarê Tirkiyê Recep Tayip Eredoğan re axifîbû û Erdoğan qedexeya ser seferên balafirgeha Mam Celal Talabanî ya Silêmaniyê û navbera Tirkiyê rakiribû.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.