Serok Mesûd Barzanî: Hukumeta Kurdistanê wê berya hilbijartinên Iraqê ava bibe

Serok Mesûd Barzanî: Hukumeta Kurdistanê wê berya hilbijartinên Iraqê ava bibe

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Erbîlê bi hemwelatiyan re civiya. Serok Barzanî behsa rola Erbîlê ya di dîrokê de kir û got ku xelkê Erbîlê fîdakare, di wexta Enfalan de kesên ji ser warên xwe koç kirine, Erbîl bûye ciyê hewandina wan.

Serok Barzanî îro an ku roja 21 Cotmehê 2025an bi rayedar û bineciyên Erbîlê re civiya. Di civînê de behsa girîngiya bajarê Erbîlê, hilbijartina parlementoya Iraqê, çanda pêkvejiyanê û li ser têkiliyên navbera Erbîl û Bexdayê kir. Serok Barzanî di axaftina xwe de got:

“Dema behsa Erbîlê dikin behsa dîroka vî welatî ya bi hezar salan dikin. Îro Erbîl payîtexte û ciyê her penaberî û her kesên ji azadiyê hez dike ye.

Her hilbijatin ji bo me mijarekî bingehîne û em bawerin her millet mafê wî heye ku çarenûsa xwe destnîşan bike. Me di sala 1991an de, di meha Adarê de di serhildana Koyê de gotibû ku pêwiste hilbijartin bibe û millet bi xwe biryara xwe bide.”

Serok Barzanî ragihand ku divê her hilbijartin bi zelalî, paqij û di rewşekî aram de bibe, behsa pêvajoyên hilbijartinan yên ji sala 2005an û heya niha kir û rexneyên xwe ji bo qanûna hilbijartinê kir. Tevî van dezawantajan jî ji bo berjewendiyên giştî tevlî hilbijartinan dibin û Barzanî weha dewam kir:

“Em hêvî dikin ku piştî vê hilbijartinê guherînan bikin û kesên berprisiyariyên xwe dizanin, wezîfeyan bigrin ser xwe. Tewrê we û fikrên we ji bo me girîng in. Her tişt li ber çavên we ne û hun Erbîlê, Kurdistanê û Iraqê baş dizanin, biryarê hun ê bidin.

Xizmet bo xelkêy ne lutfekiye lê wezîfeye. Gelek proje hatin çêkirin lê ev karê hukumetê ye. Ev partî ji bo xizmeta milletê hat damezrandin. Em çi bikin ji bo milletê xwe dikin lê kiryarên ji bo Erbîlê hatine kirin, hêjî têr nake.”

Serok Barzanî ji bo wexta Enfalan yên sala 1988an sipasiya xelkê Erbîlê kir û ji bo lutfa xelkê Erbîlê sipasiya wan kir û got ku ew ti carê desteka xelkê Erbîlê ji bîr nakin û heya hebin dê deyndarê xelkê Erbîlê bin. Serok Barzanî got ku bajarê Erbîlê bajarê pêkvejiyanêye û weha dewam kir:

“Çanda pêkvejiyanê çandeka dewlemende û em bi wê serbilindin. Ev çand, li derve û di asta navdewletî de çeka herî xwurte di destê me de. Ji bo nifşên bê, divê bêhtir em xwurt bikin. Di wexta Şoreşa Êlûnê de di serpereştiya şoreşê de Ereb, Xîrîstiyan û Turkmen jî cîh sitendin.

Piştî sala 2003an derfetekî ji bo her hemwelatiyê Iraqê çêbû ku weke zêr bû û lewra em çûn Bexdayê û em tevlî pêvajoya amadekirina destûra Iraqê bûn. Me destekê da destûrê lê hukumeta Bexdayê pêdiviyên wê bicîh nanîn. Îro jî gelek mijarên Kurdistanê bi qanûnên dewra Saddam tên îdarekirin.”

Serok Barzanî got ku divê ew dagerin ser destûra Iraqê, mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê îhlal nekin û eger Kurd nebûna, pêdiviya xala ku mafên pêkhateyan ragantî bikin, pê nedima. Serok Barzanî her weha behsa hilbijartina Iraqê kir û got ku wê hukumeta Kurdistanê berya hilbijartina Iraqê bibe, behsa projeyên stratejik yên herêma Kurdistanê kir ku di nav wan de krîza avê heye, divê av bê parastin û behsa avakirina bendavan kir. Barzanî di dawiya axaftina xwe de got:

“Em sipasiya xelkê Erbîlê dikin. Em ji Erbîlê û Erbîliyan exlaq, mirovî û merdîtiyê hîn dibin.”

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.