Çiyayê volkanîk yê Krasheninnikovê piştî 600 salan car din teqiya

Çiyayê volkanîk yê Krasheninnikovê piştî 600 salan car din teqiya

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Kamçatkayê çiyayê volkanik an ku yê agirî yê bi navê Krasheninnikovê piştî 600 salan car din teqiya. Piştî teqînê dûmana çiya derket bilindahiya 6 hezar metreyî, dûman û xweliya çiya ber bi Pasîfîkê de diçe lê bandora wê li ser jîngehan nebûye.

Çiyayê navborî dikeve rojhilatê Rûsyayê û li ser nîvgiravê ye. Wezareta rewşên lezgîn ya Rûsyayê li ser teqînê daxwuyanî da. Wezaretê got ku di teqîna 600 sal berê de di destê wan de ti belge tinene lê teqîna vê carê bi awayekî nûjen û sîstema pîvanê ya modern hatiye belgekirin û xistine binê qeydê.

Dibe ku teqîna çiyayê navborî têkiliya wê bi erdheja ku çend roj berê li Rûsyayê bi dereca 8,8 çêbû, hebe.

Esas bilindahiya çiyayê Krasheninnikovê ji deryayê 1,856 metreye. Heya niha ji ber teqîna çiya tiştekî ku bê kirin tineye.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.