Erdogan bi karsazê Kurd ê li Amerîkayê Hamdî Ulukaya re civiya

Erdogan bi karsazê Kurd ê li Amerîkayê Hamdî Ulukaya re civiya

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 30yê Tîrmehê pêşwazî li Xwedî û CEOyê Kompanyaya Chobani ya Amerîkî Hamdî Ulukaya re civiya ku bi xwe Kurdekî ji bajarê Ezirgan a Bakurê Kurdistanê ye.

Hamdî Ulukaya ku xwediyê markaya navdar a mast a Amerîkayê Chobaniyê ye, ji bo îmzekirina peymana sponsoriyê ya bi tîma futbolê ya Fenerbahçeyê re li Stenbolê bû.

Tîma Fenerbahçeyê bi Chobaniyê re peymanek îmze kir û ragihand ku wan li ser navê stadyumê û sponsoriya formayên maçên li Ewropayê li hev kiriye ku wekî Chobanî bê bikaranîn. Ulukaya bi nirxê dehan milyon Euroyan bi fermî bû sponsorê Fenerbahçeyê.

Ulukaya, beriya merasîma îmzeyê jî li Koşka Serokomariya Tirkiye ya Enqereyê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hate pêşwazîkirin. Derbarê naveroka hevdîtinê de ti daxuyanî nehat dayîn, lê wêneyê wî û Erdogan hate belavkirin. Di wêne de Ulukaya formeyekî nû yê Fenerbahçeyê ku markaya Chobanî li ser heye pêşkeşî Erdogan dike.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.