3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistan bi dawî bû
PeyamaKurd - 3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê ku ji 38 welat û 14 rêxistinên navneteweyî û zêdetirî 2 hezar kes beşdar bûn bi dawî bû.
3yemîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku ji aliyê Encûmena Bilind a Tendirustiyê ya Kurdistanê ve bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê û bi serpereştiya Serokkomarê Iraqê hate organîzekirin, di navbera 2 û 4ê Gulanê de li Silêmaniyê, li Kampusa Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê bi rê ve çû.
Di lûtkeyê de 38 welat, 14 rêxistinên navneteweyî û ji 25 zanîngehên herêmî û navneteweyî pispor û nûjdar beşdar bûn.
Di lûtkeyê de li ser sîstem û xizmeta tenduristiyê, tenduristiya gel û bandora guherîna avûhewayê ya li ser tenduristiya mirovan a li Kurdistan û cîhanê panel hatin lidarxistin.
Herwiha di lûtkeyê de planên stratejiyê yên demdirêj ên ji bo bilindkirina asta xizmetên tenduristiyê yên li Kurdistanê û parastina tenduristiya gel hatin gotûbêjkirin.
“Dengê xwe nedin kesên ku xema tenduristiya we nakin”
Rêvebera Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê Goşan Qeredaxî di derbarê lûtkeyê de got:
“Ji bo gotûbêjkirina li ser hemû pirsgirêkên ku li Kurdistanê em di warê tenduristiyê de dijîn me mazûvaniya bijîşk û nûjdarên di warê tendurustiyê de pispor in kir.”
Di merasîma girtinê de Serokê Rêveberiya Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê Dr. Aras Biradostî jî balê kêşa ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û da zanîn:
“Kurdistan herêmek e û dengê xwe nedin kesên ku xema tenduristiya we nakin.”
Rêveberê Nexweşxaneya Silêmaniyê Umêd Mihemed jî got:ç“Ji bo bilindkirina asta nexweşxaneyên bajêr, xebatkarên xwe û nîqaşkirina pirsgirêkan em beşdarî lûtkeyê bûn.
Ez hêvî dikim ku hikûmet pirsgirêkên ku di encama lûtkeyê de hatine diyarkirin çareser bike.”
Civîn bi muzîk û govendên Kurdî bi dawî bû.
4emîn Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê ya sala 2025an wê li Duhokê bihê lidarxistin.