Grîpa herî kujer a çûkan ji nîvî zêdetir mirovên pêketî dikuje

Grîpa herî kujer a çûkan ji nîvî zêdetir mirovên pêketî dikuje

PeyamaKurd - Grîpa çûkan li çaraliyê cîhanê jiyana kovî diqetîne û niha di nav dewaran de jî belav dibe. Ji çend bûyerên ku heya îro di mirovan de hatine dîtin, ji nîvî zêdetir bûne sedema mirinê.

Rojnamevan Jîngehê India Bourke lêkolîn kir ka grîpa çûkan çawa veguherî pandemiya ajalan.

Serê tiliyên Patologa Beytarî ya Navenda Bijîjkî ya Erasmus a Hollandayê Lineke Begemanê ji karekî giran pûç bûne. Begemanê, di meha Adarê de beşdarî geşteke lêkolînî ya navneteweyî ya li Deryaya Weddell a Antarktîkayê bû.

Wê li ser belavbûna vîrusa girîpa çûkan (HPAI) ya bi Patojenîka Bilind ku dibe sedema nexweşiya bi navê grîpa çûkan tê zanîn, lêkolîn dikir.

Begemanê alîkariya tîma lêkolînê ya ku bi parçekirina termên keşagirtî yên çûkên kovî şopên vê grîpê didozîn dikir. Armanca vê lêkolînê ew bû ka çûk ji vê vîrusê mirine ya na.

Begeman û hevkarên wê nêzîkî 120 termên ji cureyên cuda ku di nav wan de morên kezebê yên Antarktîka jî hebûn nimûne wergirtin û tê derxistin ku ev vîrus ji sedî 40ê wan de heye.

Begeman di derbarê lêkolînê de wiha got: "Dema ku me delîla yekem a vê vîrusa wêranker li biyabanek ku gellek çûk lê dijiyan dît, me zanibû ku wê çi karesatek çêbibe. Bi rastî jî rewş xerab bû.”

Vîrus heya îro bandorê li kêm kesan kiriye, lê belê, rêjeya mirinê ya kesên ku pêketine zêdetirî ji sedî 50 ye.

Şêweya H5 û cureyên wê ku wek serpêhatiya grîpa çûkan a herî dijwar a ku heya niha di jîngeha kovî de hatiye dîtin, hatiye tomarkirin, ji dema ku yekem car hatiye dozîn ve bûye sedema mirina ji nîv mîlyarî zêdetir ajalên çandiniyê.

Tê payîn ku mirina çûkên kovî ji sala 2023an vir ve gihîştiye bi mîlyonan û ji nêzî 600 hezarê van tenê li Amerîkaya Başûr bûne.