Swîsreyê ava mîneral a Beypazari ya Tirkiyeyê qedexe kir

Swîsreyê ava mîneral a Beypazari ya Tirkiyeyê qedexe kir

PeyamaKurd - Swîsreyê bi sedema ku bi rêjeyeke zêde bûjena bor tê de heye, ava mîneral a Beypazariyê ya Tirkiyeyê qedexe kir.

Beşa Ewlehiya Xwarin û Vexwarinê ya Veterîneriya Federal a Swîsreyê (FSVO), bi daxuyaniyekê ragihand ku di ava mîneral a Beypazariyê de bi rêjeyeke zêde bûjena bor hatiye dîtin û ji ber vê yekê kirîn û frotina vê avê hatiye rawestandin û ketina vê avê ya bazarê hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniya FSVOyê de hate destnîşankirin ku bûjena bor a ku di ava mîneral a Beypazariyê de hatiye dîtin dibe sedema pirsgirêkên geşedana fetal a mirov, ziyanê dide zayîna jinan û di demdirêjî de dibe sedema pirsgirêkên tendurustiyê.

FSVOyê her wiha da zanîn ku biryar e ava mîneral a Baypazariyê bi tevahî ji bazara welat bê komkirin û bang li welatiyên Swîsreyê kir ku vê avê venexwin.

Ava Beypazari: Ava me ji bo tendurustiyê ne xeter e

Kompaniya Ava mîneral a Beypazariyê jî di derbarê biryara qedexekirinê ya FSVOyê de angaşt ku bûjena bor heta rêjeya 2yan ne xeter e û ew bi rêjeya 1 bi 5 avê dişînin Amerîka û welatên din jî.

Kompaniya Tirk a ku navenda wê li navçeya Beypazari ya paytext Enqereyê ye angaşt ku ji bo jiyaneke tendurust mirov xurekên ku bi bûjena bor hatine zêdekirin dixwin û diyar kir ku ava Beypazari ji bo tendurustiyê ne xeter e.