Wezîrê Tenduristiyê bi tîma pizîşkî ya hevpeymaniyê re civiya

Wezîrê Tenduristiyê bi tîma pizîşkî ya hevpeymaniyê re civiya

PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Îtalî û tîma pizişkî ya Hevpeymanan kir.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî îro 9ê Nîsanê bi amadebûna Birêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed pêşwazî li tîma serbazî ya Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Îtalî Kolonel Franchisco û tîma pizişkî ya Hevpeymanan kir.

Hate ragihandin ku di civînê de, behsa pevguhertina şarezayî û xizmetkariyên tenduristî û çêkirina pêwendiyan bi dezgehên tenduristî re hate kirin. Herwiha li ser çend bernameyên pêşxistinê û bilindkirina asta şiyanan û hevahengî û xurtkirina pêwendiyan û dabînkirina alîkariyên pizişkî danûstandin hatin kirin.