Yekem derziya penceşêra çerm a kesane li Brîtanyayê hate ceribandin

Yekem derziya penceşêra çerm a kesane li Brîtanyayê hate ceribandin

PeyamaKurd – Li cihanê yekem car derziya mRNA ya pençeşêra laşî ya kesane li Brîtanyayê hate ceribandin.

Derzî, mirov li dijî melanoma celebê herî kujer a penceşêra çerm diparêze.

Steve Youngê 52 salî ku di Tebaxa sala borî de bi neşteriyê li ser serê wî mezinbûna melanoma hebû, yek ji nexweşên yekem e ku vê derziyê ceribandiye.

Derzî, ji bo ku alîkariya pergala parastina laşî û bi taybetî ya çerm bike ku hucreyên penceşêrê yên di laş de hene nas bike û wan tune bike hatiye çêkirin.

Tê hêvîkirin ku bi vê derziyê re mirovên azara pençeşêra çerm dikêşin ji vê belayê rizgar bibin.

Derziya mRNA-4157 (V940), heman teknolojiyê wekî derziyên Covid-ê yên heyî bikar tîne û di ceribandinên qonaxa 3yemîn a paşîn de tê ceribandin.