Serokê Nû yê Amedsporê: Îsal berê me li lîga super e

Serokê Nû yê Amedsporê: Îsal berê me li lîga super e

PeyamaKurd – Serokê nû yê Amedsporê, Nahît Eren, di yekemîn civîna xwe ya çapemeniyê de armanca sereke ya klûbê eşkere kir û got, "Armanca me ew e ku em îsal derbasî Lîga Super bibin û bibin tîmeke mayînde di lîga herî bilind de."

Nahit Erenê ku di 13ê Cotmehê de weke serokê klûbê hat hilbijartin, tekez kir ku Amedspor ji klûbeke werzîşê wêdetir, nirxeke civakî û hestyarî ya mezin temsîl dike. Wî got, "Amedspor ne tenê li vî bajarî, lê li seranserê welêt û li derveyî welêt hesteke bêhempa dide der. Em bi biryar in ku vê nasnameyê biparêzin."

Êrîşa li Sakaryayê hat şermezarkirin

Serokê Amedsporê her wiha bûyera êrîşa devkî ya li dijî alîgirekî Amedsporê li Sakaryayê bi tundî şermezar kir û got, "Li vî welatî, divê her kes li gorî reng û nasnameya xwe bi azadî bijî. Çawa ku em rêzê li hemî rengan digirin, em hêvî dikin ku her kes rêzê li reng û nasnameya me bigire. Em ê tu carî li hember êrîşên weha bêdeng nemînin."

Eren bi bîr xist ku Amedspor di bin şert û mercên pir dijwar de, bi qedexe û cezayên giran re rûbirû maye û gihîştiye vê rojê. Ji bo pêşerojê, wî bal kişand ser giringiya avakirina binesaziyeke xurt.

Wî diyar kir, "Ji bo ku em bibin tîmeke mayînde, avakirina sazûmanî û binesaziyeke xurt şert e. Divê em lîstikvanên xwe bi xwe perwerde bikin da ku neçar nemînin bi lêçûnên aborî yên pir zêde transferan bikin."

Derbarê xewnên xwe yên ji bo klûbê de, Eren wiha axivî:

"Piştî ku em gihîştin Lîga Super, em dixwazin bibin tîmeke daîmî, binesaziya xwe xurt bikin û rojekê li Ewropayê jî pêşbaziyê bikin. Ev xewna me ye."

Eren her wiha bersiv da rexneyên li ser destnîşankirina rahênerê nû beriya kongreyê û got ku ew weke namzetê serokatiyê beşdarî komîteya ku ev biryar daye bûye û ev pêngav bi erêkirina wî pêk hatiye.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.