Neçirvan Barzanî: Dewra were, dê ya bicîhanîna destûrê be

Neçirvan Barzanî: Dewra were, dê ya bicîhanîna destûrê be

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di kampanya hilbijartina ji bo Mûsilê de axifî û got ku dewra were wê xebata wan ji bo bicîhanîna destûra Iraqê be û PDK xwe ji bo wê amade kiriye.

Nêçîrvan Barzanî li Duhokê di xwepêşandanê de axifî û got ku hilbijartinên di nêz de bibin ji bo Iraqê di dewrekî dîrokî de derbas dibe. Barzanî behsa kampanya hilbijartina Mûsilê kir û got reqabet xwurte lê partî dixebite da bibe yekem partî. Nêçîrvan Barzanî got:

“Li Mûsilê reqabet xwurte û divê PDK bibe yekem. Partî çiqas li Mûsilê xwurt be li Bexdayê em ew çend xwurt dibin. Ceribandinên me nîşan dane ku partî li ku derê xwurt be, li wê derê hûzûr, refah û pêkvejiyan heye.”

Barzanî li ser mesela Şengalê got kesên xwestin PDKê ji Şengalê dûr bixin biserneketin. Planekî heye ku PDKê ji Şengalê dûr bixin lê kes nikare PDKê û Şengalê ji hev veqetîne. Kesên bixwazin Kurdan ji pêkhateyan veqetînin, wê ew mirazên xwe bi xwe re bibin gorê.

Nêçîrvan Barzanî got ku derketina IŞİDê ya holê encama wan zîhniyetaye ku pêkhateyan ji hev dûr dixin û divê dawî li wan were.

PDK li Mûsilê bi 61 namzedan dikeve hilbijartinê û teref ji bo ji 329 kursiyên di parlementoyê de ji bo 34ê wan dikeve pêşbirka hilbijartinê.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.