Qayyûm danîn ser TV ya Tele 1ê ya Tirkiyê

Qayyûm danîn ser TV ya Tele 1ê ya Tirkiyê

PeyamaKurd – Rêvebirê weşanê yê TV ya Tele 1ê rojnamevan Merdan Yanardağ xistin binçav û paşî qayyûm tayîn kirin bo Tele 1 TV yê. Dozgerî daxwuyanî da û tê de got ku di pêvajoya lêpirsînê de ji ber TV yê di sûcande bikaranîne, rêvebiriya TV yê dewrê TMSFê kirin.

Serdozgeriya Îstenbolê di çarçova ku casûriyê kirine rojnamevan Merdan Yanardağ xistin binçav ku rêvebirê giştî yê Tele 1 ê bû. Serdozgerî got:

“Yanardağ bi tevger û gotinên xwe gelek caran sûcan kiriye, kanala TV yê ya Tele 1ê gelek caran bikaraniye û di ser xwediyê şîrketê kurê xwe Alp Yanardağ de ketiye nava sûcan.”

Hat gotin ku niha kanala Tele 1ê ketiye weşana bandê. Ji bo rêvebiriya TVyê nivîskarê Yenişafakê İbrahim Paşalı tayîn kirine û bi heyeta qayyûmê ve niha li kanalê ye.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.