Fastîwala Fîlman ya Göbeklitepe ya nevdewletî destpêkir

Dîroka Weşanê :
Fastîwala Fîlman ya Göbeklitepe ya nevdewletî destpêkir

PeyamaKurd – Festîwala bi navê “Fastîwala Fîlm ya Göbeklitepe ya nevdewletî” bi serpereştiya Rêxistina Çand û Hunerê ya Göbeklitepe ya Rihayê ku ya 4em e tê lidarxistin, li bajarê Rihayê destpêkir.

Festîwal bi çalakiyên hunerî yên cuda û bi nîşandana fîlman destpêkir. Pêşangeh jî bi festîwalê re hene û koro ya muzîkan bê guman di festîwalê de heye. Wê festîwal heya 23.11.2025an dewam bike. Di festîwalê de şaredariya mezin ya Rihayê jî destekê dide Rêxistinê.

Seroka daîra çand û geştiyariyê ya şaredariya mezin Merve Ofluoğlu, di axaftina xwe de got ku di  nav sal û nîvekî de kişandina fîman û rêzefîlman êdî di kolanên bajarê Rihayê de tên kirin. Ofluoğlu got:

“Di vê mehê de, li Rihayê dema behsa vê mehê hat kirin, teqez di Dêra Rejî de festîwala fîlman heye. Bila mirov bo vêya werin Rihayê û geştiyariya festîwalê em vejînin. Bo kedkarên festîwalê sipasiya kedkaran dikim.”