PeyamaKurd- Fransa, Brîtanya û Almanya, ku wekî Troika Ewropî (E3) têne nasîn, dixwazin muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re ji nû ve bidin destpêkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavreu diyar kir ku ew wekî welatên E3 dixwazin danûstandinên nukleerî yên bi Îranê re ji nû ve bidin destpêkirin û got ku tevî sepandina ji nû ve ya cezayên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser Îranê, wan her dem xwestiye diyaloga bi Îranê re bidomînin.
Welatên E3 diyar kiribûn ku ew hêvî dikin heya dawiya salê bi Îranê re hevdîtinê bikin, lê Îranê derbarê vê yekê de hîn daxuyaniyek nedaye.
Brîtanya, Fransa û Almanya, Îranê bi binpêkirina peymana nukleerî ya ku di sala 2015'an de hatibû îmzekirin ji bo pêşîlêgirtina pêşxistina çekên nukleerî sûcdar kiribûn û di 28'ê Tebaxê de mekanîzmaya snapback xistibûn dewrê. Piştî destpêkirina pêvajoya 30 rojan ji bo sepandina ji nû ve ya cezayan, hemû cezayên NY yên li ser Îranê di şeva 28'ê Îlonê de ketin meriyetê.