Tir li otomobîla bazirganî xist: 2 mirî û 3 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Tir li otomobîla bazirganî xist: 2 mirî û 3 birîndar hene

PeyamaKurd – Li ser rêya Diyarbekir-Mêrdînê tirekî li otomobîlekî bazarganiyê xist û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan baş nîne.

Li ciyê navborî hema her roj qeza dibe û xelk ji meselê bi gîlî û bi gazine. Muxtarê gund rahihandiye ku her roj elektrîk tê birîn û dema lembayên trafîkê vênakevin, qeza çêdibin.

Dema tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê, dibînin ku 2 kes can dane û cesedên wan dişinin morga tib a edlî û birîndaran bi ambûlansan dibin nexweşxanan.