PeyamaKurd- Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, amadekarî ji bo lidarxistina çaremîn Pêşangeha Pirtûkan û Festîvala Aştiyê têne kirin û tê de dê bi sedan pirtûkên nû, berhemên karê destan û gelek çalakiyên hunerî û çandî wê bên pêşkêşkirin.
Hate ragihandin ku festîval roja 27ê Mijdara 2025an dest pê bike û hefteyekê berdewam bike.
Di festîvalê de 20 dezgeh û navendên çap û weşanê ji Hewlêr û Silêmaniyê beşdar dibin.
Di çarçoveya festîvalê de, beşên cuda yên hunerî, wêjeyî û çandî wê hebin û wê hejmarek panel û semînarên taybet ji bo nivîskar, helbestvan û lêkolîneran bên lidarxistin.
Pêşangeha Pirtûkan û Festîvala Aştiyê wê hefteyekê li Hola Medyayê berdewam bike û rojane ji saet 09:00ê sibê heta 05:00ê êvarê vekirî be.