DEM Partiyê spasiya Bahçelî û Erdogan kir

Dîroka Weşanê :
DEM Partiyê spasiya Bahçelî û Erdogan kir

PeyamaKurd- Piştî biryara çûyîna Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî kir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi sernavê "Bila biryar bibe wesîleya paşeroja hevpar a 86 milyonan, pêkvejiyana me ya demokratîk û aştiya mayînde" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya DEM Partiyê ya ser biryara Komîsyonê  de hate gotin, “Em biryara çûna Îmraliyê ya ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro daye, wekî îfadeya herî şênber a gihîştina demokratîk û îradeya aştiyê ya Tirkiyeyê pêşwazî dikin.

Serdana Îmraliyê ya ku dê pêk were, dê bibe pêngaveke dîrokî ku di rêya bidawîanîna mayînde ya êşên ku bi dehsalan e tên kişandin û tesîskirina lihevkirina civakî de hatiye avêtin.

Zemîna diyalogê ya ku dê li Îmraliyê were avakirin û kanalên temasê yên şefaf ên ku dê bên bipêşxistin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê pencereyeke bêhempa ya derfetan pêşkêş dike.”

Herwiha hevserokên DEM Partiyê diyar kirin, “Herwiha ji ber avakirina Komîsyonê, meşandina xebatan di nav aramiyê de, dîtina daxwaza aştiyê ya gelan û nîşandana wêrekiya îradeya çûna Îmraliyê, em spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê Birêz Devlet Bahçelî û partiyên me yên tifaqê EMEP û TÎPê dikin ku berpirsyariya siyasî girtin ser xwe.”

Di dawiyê de jî hate gotin, “Avakirina aştiyê erkê me hemûyan û berpirsyariya me ya hevpar e. Her çi qasî nêrînên me yên siyasî cuda bin jî ji bo paşeroja me ya hevpar û avakirina aştiya mayînde, em bangî her kesê ku li ser navê paşeroja vî welatî gotina wî heye dikin ku di xala hevpar a çareserî û aştiyê de werin ba hev."