Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê biryara çûna Îmraliyê da

Dîroka Weşanê :
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê biryara çûna Îmraliyê da

PeyamaKurd- Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê, îro 21ê Mijdarê bi rojeva serdana Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê civiya û di dengdanê de biryar hate dayîn heyetek serdana wî bike.

Endamên Komîsyonê yên MHP, AK Partî û DEM Partiyê di civîna komîsyona bo çekberdana PKKê hatiye avakirin de, ji bo çûyîna endamên komîsyonê bo Îmraliyê û guhdarîkirina Abdullah Ocalan dengê "erê" dan. Di dengdana girtî hat kirin de, bi piraniya dengan biryara "erê" derket û biryar e van rojan heyetek serdana Ocalan bike.

Hêjayî gotinê ye, CHPê terka salonê dabû û beşdarî dengdanê nebû.

Herwiha di dengdanê de Demokrat Partiyê (DP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û HUDA PARê jî dengê "na" dan. Partiya Refahê jî wekî CHPê beşdarî dengdanê nebû. Du endamên Koma Rêya Nû jî dengê "bêalî" da. CHPê beriya civînê jî ragihandibû ku ew naçin Îmraliyê.