PeyamaKurd – Li parêzgeha Der'ayê ya Sûriyeyê, di şahiyeke dawetê de teqînek pêk hat û 33 kes birîndar bûn. Rêveberiya tenduristiyê piştrast kir ku di nav birîndaran de zarok jî hene, lê sedema teqînê hêj nehatiye zelalkirin.
Her wiha, li parêzgeha Siwêdayê jî bi droneke çekdar êrîşî wesayîteke hêzên ewlehiyê hat kirin. Rêveberiya Şamê ev êrîş wekî binpêkirina agirbestê bi nav kir.