Kolaneke Sûra Diyarbekirê bi helbestên Kurdî hate xemilandin

Kolaneke Sûra Diyarbekirê bi helbestên Kurdî hate xemilandin

PeyamaKurd – Bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helbestên helbestvanên Kurd li ser rêyên meşê danîn ji bo ku bala xelkê bajêr û raya giştî bikişîne ser zimanê Kurdî.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helbestên helbestvanên Kurd ên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Xasî, Osman Sebrî û Siyapûş li ser mermer nivîsandin û danîn ser rêyên meşê.

Helbestên Kurdî li ser kolana herî qelebalix a Diyarbekirê ya Gaziyê ku li navçeya Sûrê ye hatine nexşandin ku her 25 metreyan helbestek hate danîn.

Gerînendeyê Parastin û Pêşxistina Ziman ê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Tahîr Baykûşak, li ser vê kampanyayê got ku ew dixwazin bi xemilandina kolanên Sûrê bi helbestên Kurdî, geştiyarên ku tên nav Sûrê jî zimanê kurdî bibînin û binasin û bi vî awayî danasîna çand û zimanê kurdî were kirin.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.